
Agahdarî ji bo dê û bavên zarokan – Fêrbûna zimanê Kurdî
Ji dê û bavên hêja yên civaka me ya Kurd li Kantona Cenevreyê re,
Em we vedixwînin ku zarokên xwe yên di navbera 5 û 12 salî de li ser malpera fermî ya Kantona Cenevreyê, di beşa fêrbûna zimanên zikmakî, tomar bikin.
Zimanê Kurdî jî di nav zimanên ku ji aliyê Kantona Cenevreyê ve hatine naskirin de cih digire.
Armanca vê tomarkirinê ew e ku hebûna û girîngiya fêrbûna zimanê Kurdî li Cenevreyê bê naskirin û zarokên me bikaribin zimanê xwe yê zikmakî baştir fêr bibin û pêş bixin.
Ji ber vê yekê, em ji hemû dê û bavên ku zarokên wan dersên Kurdî dixwînin an dixwazin Kurdî fêr bibin, daxwaz dikin ku zarokên xwe tomar bikin.
Ji bo bêtir agahdarî û alîkariyê, hûn dikarin bi Komeleya Çanda Kurdî li Cenevreyê (ACKG) re têkilî daynin.
Aziz Kalo
Association Culturelle Kurde de Genève – ACKG